Wane 7- Ders 7
Her tişt ters diçe
Sîdar kûr kûr diponijî, ez nêzîkê wî bûm û min jê pirsî, ka çi bûye. Wî jî derdê xwe wiha got: “Sala 2005 an li min nehat, hertiştê min ters diçe. Xwarinê çêdikim, binê beroşê dişewite. Tiştekê binivîsim, ximav li ser kaxizê belav dibe û bi tevhevî dilewitîne. Pencerê digirim cama wê dişkê. Min çendekî destê xwe neda tiştekî, bê tevger mam. Di mal de diketim hundirê dolabê. Gava derdiketim der, di nedî de kevir dihat û li serê min diket. Ez pir li ber xwe ketim. Bi qasê hefteyekê baş bû. Min cardin her tişt ji bîr kir, bêhna min vebû.
Rojekê hevalan got, “em biçin kaşokan bajon!” Ez bi kaşokan bi weş hatim, li darê ketim, wek paçekî bi darê ve zeliqîm. Ez bi birîndarî û stûxwar ji wir vegeriyam. Gava xweş bûm, min sêçerx ajot, lastîkê wê teqiya. Li tirimbêla bavê xwe siwar bûm, tirimbêl xirab bû. Ji bo ku tiştek nebe, min xwe li nexweşiyê danî û ez ketim nav nivînan.
Li pey çend rojan dîsa ji mal derketim, çûm, min gog lîst, hevalê min ling avêt ber min, ez li erdê dirêj bûm, bi vê re nav dev û diranên min tije xwîn bû. Roja din ez çûm, li hespê siwar bûm, bi carê ve hespê xwe hilavêt û ez ji ser hespê ketim. Ev çend hefte ne, tu deng tune. Gelo ez ji vê belayê rizgar bûm yan na?”
Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlamı)
pinijîn :düşünmek /kara kara düşünmek
nêzîk : yakın
ka : hani / nerede / hele?
lêhatin : uymak
lê nehat : uymadı
2005 (du hezar û pênc)
xwarin çêkirin : yemek yapmak
beroş : tencere
şewitîn :yanmak
nivisandin :yazmak
ximav : mürekep /boyağ
belav bûn : dağılmak
tevhevî : tüm, bütün
lewitandin : batırmak /kirletmek
şikandin : kırmak
çendekî : bir müdet /bir ara
tevger : hareket
hundir : iç /dahiliye
di nedî de : aniden /beklenmedik anda
kevir : taş
li ber xwe ketin : üzülmek / kendi kendine kahırlanmak
ji bîr kirin : unutmak
bêhn vebûn : nefes almak/ nefesi açılmak
kaşok : kayak
ajotin : sürmek
paç : bêz / bêz parçası
zeliqîn : yapışmak
Bi darê ve zeliqîm : agaca yapıştım.
birîndar : yaralı
bi birîndarî : yaralı olarak /yaralı bir şekilde
stûxwar : boynu bükük
vegerîn : dönmek
xweş bûn : iyileşmek
sêçerx : üç tekerlekli bisiklet
du çerx : bisiklêt
teqîn : patlamak
tirimbêl : taksi / araba
xira bûn : bozulmak
ji bo ku : ... için
Ji bo ku tiştek nebe. : birşey olmaması için
nexweşî : hastalık /hasta
Min xwe li nexweşiyê danî : Kendimi hastalığa verdim.
nivîn : yatak
ketim nav nivînan : yatağa girdim.
dîsa : yine
gog : top
min gog list. : top oynadim.
ling/nig : ayak
Hevalê min ling avêt ber min : Arkadaşım çelme taktı bana.
dirêj : uzun
dirêj bûn : uzamak
Ez li erdê dirêj bûm. : yere uzandim
diran / didan :diş
xwîn : kan
tijî bûn : dolmak
Dev û diranên min tije xwîn bûn : ağzım dişim kan doldu.
din : diğerî
roja din : diğer gün
hilavêtin : hoplamak /sıçramak
tu /ti : hiç
gelo : acaba
rizgar bûn : kurtulmak
Çend pirs;
1 – Sîdar çi dike?
2 – Di baweriya Sîdar de sala 2005 ji bo wî çawa ye?
3 – Gava ximav bela be, çi dike?
4 – Sîdar di mal de diket ku derê?
5 – Hevalê Sîdar ji Sîdar re çi dibêje?
6 – Gava Sîdar kaşokê dajo çi tê serê wî?
7 – Hesp çi dike?
Kürtçede türkçenin tersine bir çok edat kulanılmakta. Bu edatlar nesne ve objelerin tarifi, pozusyonlarını belirlemede, hata kelime bükümlerinde büyük rol oynarlar. Ayrıca birçok fiil de edatlı fiilerdir. Örneğin „eve bakıyorum“ cümlesin de ismin „e“ hali kulanılarak bir yöne yöneliyor. Kürtçede „li“ edati bu erki üstlemektedir. „Ez li malê dinêrim!”
Aşağıdaki edatları tekstin içinde bulun, bir daha okuyun.
binê biroşê (tencerenin dibi),
li ser kaxizê(kağıdın üzerinde),
bi tevhevî (bütünüyle),
bê tevger (hareketsiz),
di mal de (evde /evin içinde),
hundirê dolabê (dolabın içi),
di nedî de (aniden),
li ser min (benim üstümde),
li ber xwe (önünde),
bi weş(suratle),
ji mal (evden),
bi kaşokan (kayakla),
li darê(ağaca),
bi darê ve (ağaca/ ağaca yapışık),
jiwir zivirîm (ordan döndüm).
li tirimbêla bavê xwe (babamın taksisine).
ji bo ku tiştek nebe (birşey olmaması için),
li nexweşiyê danî( hastalığa verdi),
ber min (önümde),
li pey çend rojan (bir kaç günden sonra),
bi carê ve (aniden),
ji ser hespê (atın üstünden),
ji vê belayê ( bu beladan).
Pêhînî 1
Şu edatları aşağıdaki cümlelerin boş yerlerine uygun bir şekilde yerleştirin.
Binê, li ser, li pey, ji bo, di ..de – bê, hundirê, li ser, li ber.
1 - - - - beroşê dişewite.
2 Ximav - - - - - kaxizê bela dibe.
3 - - mal - - - - tevger dima.
4 Ew dikeve - - - - - - - dolabê.
5 Pere - - - - - min tune.
6 - - - - - xwe dinêre, lê nabîne.
7 - - - - ku tiştek nebe, ji mal dernakeve.
8 - - - - - çend rojan, cardin karê wî ters diçe.
Diyalog 1
Bi gor pexşanê (tekste göre)
Şu diyalogu bir kaç kez okuyun! Eğer olanağınız varsa, kürtçe bilen bir arkadaşla beraber okuyun. Anlıyamadığınız sözcüklerin anlamını sözlükte bulun ve öğrenin.
– Ew çi bîn e, tê? (o ne koku dur, geliyor)
– Binê biroşê dişewite.
– Çima dişewite?
– Ez nizanim, her tiştê min ters diçe!
– Tu çi dikî?
– Ez bi qelemximavê (dolma kalem) dinivisînim, xwedê bele xwe pê de, dîsa!
– Çi bû, be camêro?
– Ximav (mürekep) li ser kaxizê bela dibe!
– Tu jî hêdî binivîse!
– Na, ne ji wê ye, jixwe her tiştê min ters diçe!
– Tu çima naçî der?
– Ez ditirsim, dibe kevir li serê min bikeve!
– Çima kevir li serê te keve?
– Îsal her tiştê min ters diçe!
– Pencerê veke!
– Na, cam dişikê!
– Tu evîndarê darê yî?
– Na!
– Tu çima darê hemêz dikî?
– Na, ez darê hemêz nakim!
– Lê ew çi ye?
– Ez şemitim, hatim li darê ketim.
– Tu gogê dilîzî?
– Na ez nalîzim!
– Çima nalîzî?
– Heval ling davêjin ber min!
– Wêçaxê biçe li hespê siwar be!
– Na, hesp xwe hildavêje, paşê ez li erdê dikevim!
– Tu jî pir tirsonekî lo!
– Na îsal her tiştê min ters diçe!
Bu cümleleri kürtçeye çevirin
Neden ağacı kucaklıyorsun?
Hayır ben ağacı kucaklamıyorum.
Camı aç.
Hayır ben açmıyorum.
Sen ata biniyormusun?
Hayır binmiyorum.
Niçin binmiyorsun?
Atan düşerim.
Pêhînî 2
Mînak:
Ez ji kê hezkirin, pişt pê de kirin
Ez ji kê hez dikim, ew pişta xwe di min de dike.
1 – Ez bi çi lîstin, erdê ketin şikandin.
2 – Ez, li çi nêrîn, li ber çav wenda bûn
3 – Ez ji wî re çi gotin, ew tersê wî kirin
4 – Ez çi anîn, ew girtin û revîn.
5 – Em çi jî xwarin, kîlo ne girtin, qelew ne bûn.
Diyalog 2
Ali
Alî û navnîşan pirsîn (yön ve adres sorma)
bakur
bakurêrojhilat bakurêrojava
rojhilat rojava
başûrêrojhilat başûrêrojava
başûr
Kürtçede yön ve istikamet belirten kelimeler aşağıdaki dialoglarada mevçutur.
– Gundê we li ku ye?
– Gundê me di navbera çiyayê Bîngul û Şerevdînê de ye.
– Bîngul li kijan aliyê gund dikeve?
– Bîngul li bakurê gundê me dikeve.
– Wêçaxê Şerevdîn jî li başûrê gund dikeve, ne wisa?
– Belê Şerevdîn li başûrê gundê me ye.
– Lê li rojava gundê we çi heye?
– Li rojava gundê me zozanê Çiyapanikê heye.
– Lê li rojhilat?
– Zixurê Gomê heye!
Bîngul : Bingöl dağı
Şerevdîn : Şerefetin dağları
alî : taraf, yön
bakur : kuzey
başûr : güney
rojava : batı
rojhilat : doğu
wêçaxê : o zaman
Çiyapanik /Çapanik : Şerevdin ve bingul dağlarını arasında bir yayla.
zixur : geçit, su tarafından yarılmış yolak, dar geçit
– Gundê we li ku ye?
– Gundê me li paş van girên bakûr in.
– Mirov çawa diçe gundê we?
– Di vê newalê re ber bi bakur biçe, di newala dudyan de li ser piyê çepê vegere, li newala sisayan jî ser pîyê çepê vegere û sererast here, ew rê te dibe nav gund.
– Ma newal navê kolanê ye, navê xiyabanê ye, çi ye?
– Na bira, nawal newal e. Yanê çala di navbera du çiyan de.
– Min henek kir.
Li Elezîzê
– Roj baş
– Roj baş.
– Bibexşîne pirsek min heye!
– Fermo! Bêje!
– Mirov çawa diçe ba mizgefta Ezedin Paşa?
– Berê wiha sererast here, kolana dudyan ku xiyabaneke mezin e, ber bi bakur ango li ser piyê çepê vegere, sererast here, hetanî ew xiyaban qediya, di qedandina xiyabanê de berbi pîyê rastê bi qasî dused metro here, tu rasterast pêrgî mizgefta Ezedin Paşa dibî.
– Berxûdar bî camêrê hêje!
– Ji te re oxira xêrê be!
gir : tepe
newal : vadi
kolan : sokak, cadde
xiyaban : bulvar, büyük cadde
mizgeft : cami
sererast : direkt (doğrultu), doğru
rasterast : direkt
pêrgî : üstüne gitmek, karşısında bulmak, karşılaşmak
sed : yüz (sayi)
dused : ikiyüz
hetan : kadar
qedandin : bitiş
Berxûdar bî! : teşekur, Allah razı olsun
camêr : centilmen, iyi erkek
Oxir be! : Uğurlar olsun