dersa duwemin/ ikinci ders
Gundê me,
Ez ji gundekî Kurdistanê me. Gundê me gundekî biçûk e. Navê wî Sêgir e. Di gundê me de 25 mal hene. Li gund dibistanek jî heye, lê ne dibistana kurdan e, ya tirkan e. Li Kurdistanê dibistanên kurdî tune, kurdî qedexe ye.
Di gund de xaniyekî min jî heye. Di mala min de sê ode hene. Yek oda razanê, ya dudyan oda rûniştinê, ya sisyan jî kelingeh (mutfax) e.
Di oda rûniştinê de teregên pirtûkan hene. Hemû tereg tijî pirtûk in. Pirtukên min wekî dilê min in. Li ba min pirtûk, rojname û kovarên kurdî jî hene. Ma pirtûkên we jî hene? Eger tune, Pirtukan bikirin û bixwînin.
Xwendin tiştekî herî baş e.
Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlami)
ji : ....den/....dan
gundekî : bir köy (gund (köy) + yek (bir) + î (eril çekim takısı) = gundekî)
me : bizi /bize/ bizim / biz (bükümlü hal)
gundê me : bizim köy
wî : ona / onu / o (bükümlü hal, eril için)
di ...... de : ..de /..da (içinde)
di gundê me de : Köyümüzde /köyümüzün içinde
mal : ev / daire
bist û pênc : 25
hene : vardırlar
dibistan : okul
dibistanek : bir okul
kurdan : kürtler
tirk : türk
tirkan : türkler
kurdî : kürtçe
qedexe: : yasak
xanî : bina /ev
xaniyekî : bir bina / bir ev
xaniyekî min : bir evim
xaniyekî min jî : bir evim de
heye : var /vardır
sê : 3
yek : 1
du : 2
oda razanê : yatak odası
oda rûniştinê : oturma odası
sisyan : üçüncü /3.
ya : cinsiyet belirleyen ön takı/ bu takı dişiler için dir.
ya sisyan : üçüncüsü
kelîngeh (mutfax) : mutfak
tereg : raf
pirtûk : kitap
teregên pirtûkan : kitap rafları
hemû : hepsî / bütün
tijî : dolu
Hemû tereg tijî pirtûk in. : Bütün raflar kitap(lar)la dolu(dur)
wekî : gibi
dil : yürek/ kalp
ba : yan, yanında /rüzgar
li ba min : yanımda
rojname : gazete
kovar : dergi
ma : soru ön takısı
Ma pirtûkê we jî hene? : Sizin de kitaplarınız var mı?
eger : şayet/ eğer
tune : yok/ yoksa/ yoktur
bikirin : satın alın! (emir)
Pirtûkan bikirin. : Kîtap(lar) satin alın.
bixwînin : okuyun! (emir)
Rojname bixwînin. : Gazete okuyun.
xwendin : okumak
tişt : şey
tiştekî : bir şey
herî : en /daha
baş : iyi
herî baş : en iyi
Tiştekî herî baş e. : En iyi bir şey.
Dîyalog.
- Roj baş!
- Roj baş bira
- Tu baş î?
- Sipas, lê tu?
- Ez jî baş im.
- Navê te çi ye?
- Navê min Sînan e.
- Lê navê te?
- Navê min Sîdar e.
- Tu ji ku yî?
- Ez ji gundekî Kurdistanê me.
- Navê gundê we çi ye?
- Navê gundî me Sêgir e.
- Di gundê we de çend mal hene?
- Di gundê me de 25 (bist û pênc) mal hene.
- Mala te heye?
- Belê, çavîyeke min heye.
- Mala wê keçikê li ku ye?
- Çi ji te re?
- Hîç! Lê mala wî lawikî?
- Mala wî li bajêr e.
- Pêşeng û Evîn li ku ne?
- Ew li der in.
- Ma birçî ne bûne?
- Na, wan hîn gava din nan xwarin.
- Wan çi xwarin
- Goştê biraştî xwarin.
- Ma me çi kiriye? Hinek goşt jî bidin me.
- Goşt nema.
- Êh! Em ê jî nanê tisî bixwin.
Wateyên peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlami)
sipas : teşekür
çi : ne
te : sen /sana / seni / senin (ikinci tekil şahisin bükümlü hali)
Navê te çi ye? : Adın nedir? Senin adın nedir?
ku : nere (yer bildirme sorusu ve edatı)
li ku : nerede / hani
ji ku : nereden
we : siz/ sizin / size/ sizi
belê : evet/ tabi
çavî : göz (oda, cep, çekmece)
çaviyeke : bir göz
Çi ji te re? : Sana ne?
der : dış / dıhsarı
li der : dışarda
birçî : aç
birçi bûn : acıkmak
ne : değil (olunsuzluk takısı)
Ez ne birçi me! : Ben aç değilim!
Hûn birçî nebûne? : Siz acıkmadınız mı?
gav : adım
gava : esnasında / momentinde / eğer
din /di : diğeri
xwarin : yemek (fiili)
goşt : et
biraşti : kızartılmış / közlenmiş
goştê biraştî : kızartılmış et
kirin : yapmak, etmek
kirî : yapmış / etmiş
Çi kirî? : Ne yaptı / yapmış?
Min çi kiriye? : Ben ne yapmışım?
bidin : verin
Nan bidin me! : Bize ekmek verin?
ma : kaldı (kalmak fiilinin dili geçmiş zaman kökü)
nema : kalmadı.
ma ? : .. mi? soru ön takısı
Ma ew kurd e? : O kürt mü?
Ma tu gundî yî : sen köylü müsün?
... ê : ...ecek / acak (gelecek zaman yardimci fiilî „dên“
nin şimdiki zaman kökü)
Ez ê bêm. : ben geleceğim.
tisî : yavan / kuru
nanê tisî : yavan ekmek / kuru ekmek
bixwin! : yiyin! ( yemek fiili „xwarin“ in emir kipi)
Rêziman:
Kişi zamirleri üzerine kısa bilgi:
A - Biz ilk derste birinci çeşit zamirleri gördük. Onlar yalın zamirlerdir. Bu yalın zamirleri tekrarlayalım: “ez, tu, ew, em, hûn, ew” bu yalın zamirler kürtçe de üç önemli görevi üstlenmişlerdir.
1 – Geçişli geçişsiz bütün fiilerin şimdiki zamanlarının çekiminde kullanılırlar.
2 - Geçişsiz fiilerin geçmiş zamanlarının çekiminde kullanılırlar.
Örnek:
şimdiki zaman
geçişsiz geçişli
Ez diçim. (ben gidiyorum.) Ez dibêjim. (ben söylüyorum:)
geçmiş zaman
geçişsiz geçişli
Ez çum. (ben gittim.) Min got. (Ben söyledim.)
3 – Gelecek zaman çekimin de de yalın zamirler kulanılır.
Örnek:
Ez ê biçim.(gideceğim) Ez ê bêjim. (söyleyeceğim)
B- Cînavên tewangî (bükümlü kişi zamirleri):
Yekjimar (tekil) pirejimar (çoğul)
min me (biz)
te we (sîz)
wê (o, dişil) wan (onlar)
wî (o, eril)
têbinî (dipnot): Bu ikinci çeşit yada bükümlü kişi zamirleri iki önemli görevi üstlenmişlerdir.
1 – Mülkiyet zamirleri olarak kulanılır.
Örnek:
pirtûka min : benim kitabım / kitabım
keça min : benim kızım /kızım
kurê min : benim oğlum /oğlum
pozê min : benim burnum / burnum
2 – Geçişli fiillerin geçmiş zaman çekiminde kulanılır.
Örnek:
Şimdiki zaman geçmiş zaman
Ez dibêjim (ben söylüyorum) min got. (söyledim)
Ez nan dixwim(ekmek yiyorum) min nan xwar (Ben ekmek yedim)
Lêkera hebûn (varolmak, malik olmak fiili):
1- var olma
Erênî (olumlu)
Yekjimar Pirejimar
Ez heme (ben varim) em hene /henin (biz varız)
tu heyî hûn hene (siz varsınız)
ew heye ew hene (onlar vardırlar)
Nerênî (olumsuz)
ez tuneme (ben yokum) em tunene
tu tuneyî hûn tunene
ew tuneye ew tunene
2- Bir şeyin elde bulunmasi, var olması.
Yekjimar:
Erênî
Nan heye. (ekmek vardır)
Nanekî min heye (Benim bir ekmeğim var.)
Nerênî
a) Nan tune. (Ekmek yoktur.)
b) Nanê min tune. (Benim ekmeğim yoktur.)
Pirejimar(çoğul):
Erênî
a) Nan hene. (Ekmekler vardır.)
b)Nanên min hene. ( Benim ekmeklerim vardır.)
Nerênî
a) Nan tunin. (Ekmekler yoktur.)
b) Nanên min tunin. (Benim ekmeklerim yoktur.)
Têbinî:
Kürtçenin kurmanci lehçesinde yalın halde bulunan sözcükler çoğul takısı almazlar. Sözcüklerin çoğul oluşu fiilin aldığı çoğul takısından anlaşılır. Örnek olarak ilk cümle olan „Nan hene“ cümlesini kelimesi kelimesine tercüme ettiğimizde rahatlikla anlaşılır.
Örnek:
Yalın hal de kelimesi kelimesine esas anlam
Nan heye. Ekmek var(dır). Ekmek vardır.
Nan hene Ekmek vardırlar. Ekmekler vardır
Bükümlü hal kelimesi kelimesine esas anlam
Nanê min heye. Ekmek benim var(dır) Benim ekmeğim var.
Nanên min hene. Ekmekler benim vardırlar Benim ekmeklerim var.
Pêhînî 1
Mînak:
Nan hebûn
a) Nan heye. (tekîl = ekmek var)
b) Nan hene. (Çoğul = ekmekler var)
1 – sêv hebûn 4 – qelem hebûn.
2 – pencere hebûn. 5 – dar hebûn.
3 – pirtûk hebûn.
Pêhînî 2
Mînak:
Di sobê de agir heye.
Gundî li gund in.
Sê pirtûkên min ________.
Hevalên min ên baş ___________:
Nan li ser masê ____.
Li ber xanî dareke bilind _________.
Pencere bê cam ______.
Li ser masê sêvek _________
Li mal çar kes _________


Bav û diya min li mal _____.
Sêvên li ser masê sor ____.
Ma li gund xaniyekî te jî ________.
Di guldangê* de çar gul ________. (vazoda dört gül var)
Hûn ne tenê __ ez jî _______. (Siz yalniz değilsiniz, ben de varim.)
Pêhînî 3
Mînak:
Nan, hebûn ,av, tunebûn
Nan heye, lê av tune. (ekmek var, ama su yok.)
1 – Lênûsk(defter), hebûn, qelem, tunebûn. 4 – kar(iş) hebûn, karker (işçi) tunebûn,
2 – Sol, hebûn, gore tunebûn. 5 – zarok, hebûn, dibistan, tunebûn,
3 – Xanî hebûn, pere, tunebûn, 6 – dar, hebûn, agir, tunebûn,
*„…dang“ sonekî „..dank“ biçiminde de yazılır.
C) Daçek (Edat/ilgeç):
Di .......... de (de /da/ bir şeyin içinde anlamında dir. Gözle görülmez)
di sandiqê de. (sandıkta / Sandığın içinde)
di binê kursiyê mezin de, (büyük sandalyenin altında)
di erdê de (yerde /yerin içinde anlamında)
Li ........ (de /da / gözle görülür, açıkta anlamlarında)
li ber sandiqê ( sandığın önünde / bakıldığında gözle görülür.)
li ber kursî (sandalyenin önünde)
&